Rapor: Tîma Civaka Kurd
Bochum – Koordînatorê giştî yê Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî di merasîma vekirina Festîvala Sînemaya Kobanê ya Navneteweyî de ku li bajarê Bochumê yê Almanyayê hat lidarxistin, beşdar bû. Di merasîmê de gelek hunermend, kesayetiyên çandî û kesên eleqedar bi sînemaya Kurdî re jî amade bûn.
Di vê çalakiyê de destpêka fermî ya festîvalê hate ragihandin û amadehiyên bernameya sînemayî û çandî ya ku di demên pêş de dê berdewam bike, hatin destpêkirin. Li gorî rêza her salê, festîval dê bi merasîmek mezin a dawî li meha Îlonê (September) bi dawî bibe, ku tê de dê fîlmên serketî bêne nîşandan û hunermend û beşdarên festîvalê bêne xelatkirin.
Festîvala Sînemaya Kobanê ya Navneteweyî yek ji wan çalakiyên çandî yên girîng e ku armanca wê piştgirîkirina sînemaya Kurdî û ronîkirina pirsgirêkên civakî û çandî yên gelê Kurd bi rêya hunera sînemayê ye.
Her wiha tê zanîn ku rêxistina Komma e.V, ku yek ji endamên Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî ye, di nav avaker û beşdarên sereke yên vê festîvala çandî ya mezin de cih digire, bi hevkariya hin rêxistin û saziyên çandî yên din.