Jîyostratîcîk: Peşmergeya Yekgirtî.. Gavêkî Dîrokî Ber Bi Xurtkirina Saziyên Kurdistanê

آدمن الموقع
0
Jîyostratîcîk: Peşmergeya Yekgirtî.. Gavêkî Dîrokî Ber Bi Xurtkirina Saziyên Kurdistanê
Daxuyaniya Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî


Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî, yekgirtina hêzên Peşmergeyê di bin banê Wezareta Karûbarên Peşmergeyê ya Herêma Kurdistanê de, ku di 21ê Îlona 2026an de bi awayekî fermî hate temamkirin, wek qonaxek girîng di pêvajoya saziyî û siyasî ya Kurdistanê de dinirxîne. Ev gav tenê ne bi aliyê leşkerî û îdarî ve girîng e, lê di heman demê de wateyên siyasî û neteweyî yên berfirehtir hene, ji ber ku rê li ber xurtkirina saziyek leşkerî ya neteweyî ya yekgirtî vedike ku li gorî qanûnê û di bin çavdêriya saziyan de bixebite û li ser bingehê profesyonelîzmê, disiplinê û dûrbûna ji nakokiyên partîtiyê were avakirin.
Ji cihê me wek rêxistinek sivîl a Kurdî ku eleqedarî mijarên Kurdî yên Sûriyê ye, em vê pêşketinê bi girîngî û baldarî dinirxînin. Em vê gavê ne tenê wek mijarek taybet a Herêma Kurdistanê dibînin, lê wek ezmûnek saziyî ya Kurdistanî ku hêjayî nirxandin û şopandinê ye, ji ber ku dikare ji bo tevahiya Kurdan ders û wateyên girîng derxe holê. Di heman demê de, em baş dizanin ku şert û mercên siyasî, qanûnî û dîrokî yên her parçeyekî Kurdistanê ji hev cuda ne.

Yekgirtina hêzên Peşmergeyê nayê kurtkirin tenê di yekxistina formasyonên leşkerî an jî di dabeşkirina nû ya berpirsiyariyan di nav Wezaretê de. Di bingehê xwe de, ev gav ber bi pêkanîna prensîbek bingehîn a avakirina saziyan ve ye: hêza leşkerî ya neteweyî divê li ser yekîtî û berjewendiyên neteweyî bisekine, ne li ser girêdana partîtiyê; biryara wê divê yekgirtî be, referansa wê divê saziyî be û erka wê parastina gel, ax û berjewendiyên Kurdistanê di çarçoveya qanûnê de be.
Ev destkeft ne di şevekê de hatiye bidestxistin. Li dûv vê gavê pêvajoyek dirêj a reformê, ji nû ve rêxistinkirinê, avakirina yekîneyên hevbeş û lîwayên hevbeş, û pêşxistina pergalên fermandariyê, kontrolê, rêveberiyê û perwerdehiya leşkerî heye. Herwiha piştgiriya hevkarên navneteweyî jî di vê pêvajoyê de rolek girîng lîstiye. Ji ber vê yekê, girîngiya tiştê ku îro hatiye bidestxistin tenê di ragihandina yekgirtinê de nayê dîtin, lê di şiyana saziyên Kurdistanê de ye ku vê destkeftê veguhezînin pratîkek domdar û bi demê re xurt dibe.

Rêxistin bawer dike ku hêza her ezmûnek siyasî tenê bi kapasîteyên wê yên leşkerî an aborî nayê pîvanîn, lê bi asta şiyana wê ya avakirina saziyên ku ji kesayetiyan, partiyan û şert û mercên siyasî yên demkî mezintir in tê pîvanîn. Ji vê aliyê ve, yekgirtina Peşmergeyê dikare bibe gaveke girîng di pêvajoyek berfirehtir de ji bo xurtkirina saziyên Herêma Kurdistanê û pêşxistina avahiya wê ya siyasî, ewlehî û îdarî li ser bingehekî bihêztir.
Herwiha, girîngiya vê ezmûnê ji bo tevahiya Kurdan di vê rastiya stratejîk de ye ku parastina destkeftên Kurdistanê tenê bi hêzê nayê misoger kirin. Ew hewceyî saziyên neteweyî yên bihêz, qanûnek zelal, rêveberiyeke profesyonel, biryarek berpirsiyar û şiyaneke rêvebirina piralîtiya siyasî dike, bêyî ku cûdabûna partîtiyê veguhere dabeşbûna saziyên civakê û desthilatê.

Di vê çarçoveyê de, Peşmerge, bi dîroka xwe ya dirêj û fedakariyên wê yên mezin, parçeyek bingehîn ji bîranîna neteweyî ya Kurdistanê ye. Rêxistin bi rêz û hurmet bi fedakariyên Peşmergeyan, malbatên şehîdan û birîndaran, û hemû kesên ku di van dehsalan de beşdarî parastina gelê Kurdistanê bûne, silav dike. Di heman demê de, em bawer dikin ku parastina mîrata Peşmergeyê îro hewce dike ku ew ji bîranîna têkoşînê veguhere saziyek neteweyî ya nûjen, profesyonel û disiplinî, ku milkê gelê Kurdistanê û saziyên wê be, ne milkê tu partî an hêzeke siyasî.
Ji perspektîfa eleqeya me bi mijarên Kurdî yên Sûriyê, em di vê ezmûnê de, ji aliyê prensîba saziyî ve, girîngiyeke taybet dibînin. Em di heman demê de piştrast dikin ku her parçeyek ji Kurdistanê şert û merc, rêça siyasî û çarçoveya qanûnî ya xwe heye. Ji ber vê yekê, sûdwergirtina ji ezmûnan nayê wateya kopîkirin an veguhestina wan bi awayekî rasterast, lê wateya fêrbûna dersên wan di warê avakirina saziyan, parastina mafan û xurtkirina yekitiya civakê de ye.
Yekgirtina Peşmergeyê di nav Herêma Kurdistanê de, ji aliyê sembolîk û saziyî ve, deriyek ji bo nîqaşeke berfirehtir li ser girîngiya avakirina saziyên Kurdî yên bihêz vedike; saziyên ku dikarin destkeftên siyasî, civakî û çandî yên gelê Kurd li cihên cuda yên jiyana wî biparêzin. Pirsgirêka Kurdî, bi hemû aliyên xwe ve, hewceyî saziyan e wek ku hewceyî helwestên siyasî ye, û hewceyî xebata rêxistinkirî ye wek ku hewceyî gotara neteweyî ye.

Ji ber vê yekê,  Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê gavê ya dîrokî bi xêr û silav pêşwazî dike û hêvî dike ku ev qonax bibe destpêka qonaxeke nû ya ji bo xurtkirina saziyan, qanûnê û profesyonelîzmê di nav Herêma Kurdistanê de, û bibe sedemek ji bo xurtkirina baweriyê di navbera hêzên siyasî û hemû pêkhateyên civakê de, bi awayekî ku aramî û berjewendiyên gelê Herêmê biparêze.
Em tiştê ku îro hatiye bidestxistin wek pêşketineke girîng di pêvajoya ezmûna Kurdistanî de dinirxînin. Em bawer dikin ku serkeftina her ezmûna saziyî ya Kurdî di her parçeyekî Kurdistanê de dikare beşek li ezmûna siyasî û saziyî ya Kurdan bi giştî zêde bike, bêyî ku taybetmendiya her parçeyek û rewşa wê ya siyasî û qanûnî were paşguhkirin.

Bi vê destkeftê re pîroz be ji bo gelê Kurdistanê. Silav û rêz ji bo Peşmergeyan, malbatên şehîdan û birîndaran, û hemû kesên ku di avakirina vê saziyê û parastina wê de beşdar bûne.
 
21.09.2026 

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurd

Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!